2 malbatên din jî gihîştin zarên xwe

2 malbatên din ên li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê ya Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dimeşandin di encama xebatên îqnakirinê yên hêzên ewlekariyê da gihîştin zarokên xwe

2 malbatên din jî gihîştin zarên xwe

2 malbatên din ên li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê ya Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dimeşandin di encama xebatên îqnakirinê yên hêzên ewlekariyê da gihîştin zarokên xwe.

Teslîmbûna terorîstên di encama xebatên îqnakirinê yên bi piştgiriya malbatên wan tên meşandin da ji rêxistina terorê direvin dewam dike.

Di encama xebatên îqnakirinê yên fermandariyê Cendirmeyên Bajêr ên Diyarbekir, Îzmir û Mêrdînê da duh 5 terorîst ji rêxistinê revîn û teslîmî hêzên ewlekariyê bûn. Ji wan Halîse Aptekîna bi navê "Hevî Çiyan" tê zanîn û Mehmet Emîn Alkanê bi navê "Çekdarê Çiyayî" tê zanîn gihîştin malbatên xwe.

Mehmet Nur Alkanê kekê Mehmet Emîn Alkanê birayê xwe yê 5 sal berê di 16 saliya xwe da ji Çinara navçeya Diyarbekirê revandibûn çiyê beşdarî çalakiyê bû. Şahîze Altinkaynaka diya Halîse Alptekîna (32) 6 sal berê revandibûn çiyê ji Dargeçita navçeya Mêrdînê hat û beşdarî çalakiyê bû.

Cahîdeya dayik û Mehmet Nur Alkanê kekê Mehmet Emîn Alkan û Şahîze Altinkaynaka diya Halîse Alptekînê hatin Fermandariya Cendirmeyên Diyarbekirê.

- Hejmara malbatên gihîştin zarokên xwe derkete 11yan

Piştî Hacîre Akara dayik, Hatîce Ceylan, Husniye Kaya, Halîme Kadran, Metîn Açan, Nîzamettîn û Aslihan Eşrefoglu, Gevriye Ayhan, Melîk û Melek Aslan, Muhteber Bîrlîk gihîştibûn zarokên xwe yên revandine çiyê.

Cahîde Alkan û Şahîze Altinkaynak jî gihîştin zarokên xwe yên revandine çiyê û hejmara malbatên nobeta ewladan li pêşiya avahiya HDPyê dimeşînin gihîştin zarokên xwe derkete 11yan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE