2 malbatên din jî tevlî çalakiya dayikên Diyarbekirê bûn

Solmaz Ovunça ku ji bo kurê xwe yê 5 sal berê di 15 saliya wî da ji Vanê revandin çiyê: "Baranê min tu li ku bî êdî vegere were, hêza min tune. Xwîşk û birayên te gelekî bêriya te kirine"

2 malbatên din jî tevlî çalakiya dayikên Diyarbekirê bûn

Du malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê bûn ku dayikên Diyarbekirê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine serê çiyê dikin.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên ji revandina zarokên xwe ya ji bo çiyê HDPyê berpirsyar dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 191emîn da dewam dike.

Solmaz Ovunça ku ji bo kurê xwe Baranê ku 5 sal berê di 15 saliya wî da ji Vanê revandin çiyê û Mukaddes Tunara ku ji bo mêrê xwe Mehmet Salîh Tunarê 7 sal berê winda bû ji Erziromê hat beşdarî çalakiya rûniştinê bûn.

Dayik Ovunçê di daxuyaniya xwe da got ku di qenaleke televîzyonê da dîmenên kurê xwe yê ku 5 sal e jê xeber hilnedaye temaşe kir.

Dayik Ovunçê destnîşan kir ku heta bigihêje kurê xwe dê çalakiya xwe bidomîne û wiha axivî:

"Baranê min tu li ku bî êdî vegere were, hêza min tune. Xwîşk û birayên te gelekîbêriya te kirine. Ji bo Xwedê were û xwe bispêre dewletê. Zirar negihêje yên xwe dispêrin dewleta me. Ev 5 sal e ez di nav hesretê da me. Heta nefesa dawîn ez ê kurê xwe bixwazim. Kurê min li ku be bila derkeve were."

- "Ew xapandin û birin"

Mukaddes Tunara dayika du zarokan jî qise kir ku ji mêrê wê 7 sal berê ji malê derket û paşê jê tu xeber hilnedan, wesayîta wî ya terikandî dîtin.

Tunarê got eqrebayên wan dîmenên hevserê wê ku li Sûriyeyê hatine kişandin di televîzyonê da dîtine û got ku "Hevserê min mirovekî gelekî dilbirehm e û ji dewlet û gelê xwe hez dike. Ew xapandin û birin."

Tunarê got ku xwesû û xwezûrê wê çavbigirî ne û li bendê ne ku bigihêjin ewladê xwe û got ku "Dayik û bavê te li benda te ne. Hê ku dijîn were wan bibîne. Teslîm bibe û vegere mala xwe. Were her kesî gelekî bêriya te kiriye. Di serî da herdu zarokên te û ew herdu îxtiyar em hemû mexdûr in."

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2020, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE