Duyemîn Mîhrîcana Aramî û Ciwaniyê ya Qilêbanê bi kêf û coşeke mezin dest pê kir. Di festîvalê de ji cil û bergên herêmî bigrin heya hingivê Qilêbanê, ji berik û xalîceyên kevnare bigrin heya konser, lîstik û şahiyên rengîn hemû li qada mîhrîcanê ne. heya sê rojan her kes dikare li mîhrîcanê bigere.
Rayedarên herêmê, şardarê Qilêbanê û gelek hemwelatî beşdarî vekirina Mîhrîcanê bûn.
Piştî ku li herêmê aramî çêbû êdî çalakiyên li ser çand û hunera bav û kalan jî zêdetir bûn.
Mîhrîcan wê roja yekşemê bi beşdariya hunermendên navdar bi dawî bibe.
Ciwan bi têra dilê xwe reqisîn, govend gerandin û stran gotin.
Qeymeqamê Qilêbanê Ahmet Solmaz bi hizûra ku hatiye herêmê kêyfxweşiya xwe anî ziman û hêviya berdewamiya vê aramiyê kir.
Hemwelatî gelek kêfxweş in û dixwazin ku ev aramî berdewam bike.