Pêşengeha duduyan a wêneyên bijarte yên Istanbul Photo Awards 2020a pêşbaziya wêneyan a Ajansa Andoluyê li dar dixe li Balafirgeha Navneteweyî ya Sabîha Gokçenê hat vekirin.
Pêşengeha wêneyên di pêşbaziya bi sponsoriya Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) hat lidarxistin da qezenc kirin ew ê mehekê ji bo ziyaretê vekirî be.
Ji 100 welatî ji 10 hezarî zêdetir wêne beşdarî pêşbaziyê bûn û ji wan di her kategoriyê da 3 wêne hatin bijartin.
Ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû AAyê platforma onlîne amade kir û juriya pêşbaziyê wêne nirxandin û wêneyên qezenc kirin eşkere kir.
Xelata "Wêneya Salê" wêneya Yik Fei Lam a bi navê "Protestoyên Hong Kongê" ya ji bo New York Tîmesê kişandibû qezenc kir. Di pêşbaziyê da 12 wêneyan xelat sitandin.
Dikarin li ser navnîşana "www.istanbulphotoawards.com"ê wêneyên ku qezenc kirine û çîroka wêneyan bibînin.
AA