Malbata Seven, li gundê Karneya Muşê, bi heywandariyê re mijûl dibin. Malbatê 2 sal berê gayek kirî û ew xwedî kir. Niha heywan bûye 800 kîlo û wê di cejna qurbanê de bifroşin.
Du sal berê gayek kirîn û wek zarokan ew xwedî kirin…
Niha ew ga, bû sê salî û gihîşt 800 kîloyê…
Malbata Seven li gundê Karneya Muşê dijî û bi heywandariyê debara xwe dikin.
Şeref Seven dibêje: "Em heywanan ji bo qurbanê bi taybetî xwedî dikin. Dema heywanên me mezin dibin yan ji bo qurbanê yan jî ji bo serjêkirinê difroşin. Em heywanên ku kêmzêde 12 mehan xwedî dikin ji bo qurbanê dişînin Îstanbulê û bajarên din. Conegeyê min ê Tono kêmzêde 800 kîlo tê. Di rojê da 7 kîlo ceh, 3 kîlo yêm û 6 kîlo kayê dixwe. Ez qiymetê didim Tono û wî wekî zarokan xwedî dikim."