2 zarokên şengalî gihîştin welatê xwe

Piştî 6 salên zehmet, bi saya rayedarên Turkiyeyê gihîştin malbata xwe

2 zarokên şengalî gihîştin welatê xwe

Çîroka 2 zarokên şengalî piştî hatin Turkiyeyê aşkere bûbû. Ewilî ji aliyê terorîstên DEAŞ’ê hatin revandin. Xwe ji wan xilaskirin lê nikaribûn bigihêjin malbata xwe. Zarok bi saya rayedarên Turkiyeyê , piştî 6 salan gihîştin welatê xwe. Lê hêj dê û bav û 6 xwîşk û birayên wan winda ne.

Emîr 10 salî, Emîrê jî 11 salî ye.

Her du xwîşk û bira di 2014an de li Şengalê, ji aliye terorîstên DEAŞê hatin revandin.

Ev 6 sal in winda bûn.

Çîroka wan piştî ku bi koçberan re hatin Turkiyeyê aşkere bû.

Rayedarên Turkiyeyê ketin pey û tespit kirin ku xwîşk û birayekî wan li Duhokê li kampê dimînin.

Bi saya hewla rayedaran zarokên Şengalî piştî 6 salan gihîştin welatê xwe.

Ji deh xwîşk û birayan bi tenê ev her çar mane .

Xwîşka wan a mezin Hediye jî demekê di dest DEAŞê de maye.

Dê û bavê wan, zilam û kurekî Hediyê jî ketiye destê DEAŞê û hêj ji wan tu xeber tune.

Emîr jî Emîrê jî di van 6 salan de zimanê dayikê ji bîr kirine.

Xwîşk û birayê wan niha hewl didin zimên ferî wan bikin da ku weke berê nêzî hev bibin .

Serokê Ofîsa Rizgarkirina Êzdiyan Hiseyîn Qaîdî di serî de Serok Recep Tayip Erdoğan, sipasî rayedarên Turkiyeyê kir.

Li gorî daneyên fermî heta niha 6 hezar û 417 Kurdên Êzîdî ji aliyê DEAŞê hatine revandin.

Dora 3 hezar û nîvê wan hatine dîtin. Lê hêj ji 2 hezar û 880 kesî tu xeber tune.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE