Di lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê der heqê çalakiyên 2014an yên bi hinceta Kobaniyê hatin lidarxistin dimeşîne da 20 kesên ku hatin binçavkirin, sewqî edliyeyê kirin.
Bersûc ji aliyê tenduristiyê va hatin kontrolkirin û piştî kar û barên li ewlehiyê sewqî edliyeyê kirin.
Dema binçavkirina bersûcan 4 rojan hatibû dirêjkirin.
Di lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê der heqê çalakiyên 2014an yên bi hinceta Kobaniyê hatin lidarxistin dimeşîne da piştî ku ji bo 82 bersûcan biryara binçavkirinê hat derxistin, li 7 bajaran operasyon hatibû kirin û 20 bersûc bi destê ekîbên têkoşîna terorê hatibûn girtin. Hevserokên Giştî yên HDPyê yên berê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag Şenoglu jî di çarçoveya vê lêpirsînê da girtî ne.
AA