Hosteyê ku 20 sal in çermvaniyê dike niha bi atolyeyê karê xwe bi pêş dixe. hoste di atolyeyê de pêlav, qilif, çante û alavên din ên ortopedîk çêdike.
Mihemed Eren 20 sal in bi karê çerm re mijûl e.
Niha di pîşeya xwe de pispor e.
Wî li Wanê dikanek vekiriye û tê de hostetiya xwe dike.
Karê wî bi temamî li ser sî ye. (Sî çermê hazir)
Ji çermên bikalîte çante, pêlav, paldank û alavên din çêdike.
Di dikana hostayê jêhatî de gelek kesên din jî dişixulin.