"200-250 hezar penaber ber bi sînorên me va tên"

Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê di Sempozyuma Bajar û Ewlehiyê da axivî.

"200-250 hezar penaber ber bi sînorên me va tên"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Nêzî 200-250 hezar penaber alî sînorên me va tên. Em bi hin tevdîran dixwazin rê lê bigirin lê karekî hêsan nîne, lewra yên hember mirov in."

Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê di Sempozyuma Bajar û Ewlehiyê da axivî.

Serokomar Erdogan destnîşan kir êdî derbasî pergaleke wisa bûne ku ewlehiya bajaran ji derva da bi sûr û xendekan û di hundir da jî ewlehiya bajaran bi saya hêzên ewlehiyê naparêzin.

Erdogan diyar kir heger bi pey hesabên biçûk bikevin wê bêbextiyê li bajarên xwe bikin û wiha got: "Pêwistî bi helwesteke biryardar heye. Bi mîmariya bilind em ê bêbextiyê li bajarên xwe bikin."

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got ku li welatê me xaniyên serobero yên nû nehatine çêkirin û yên berê jî bi projeyên nûkirina bajêr hatine rakirin.

Erdogan der barê tevdîrên ewlehiyê yên ku li Ewropayê ji bona çalakiyan hatine hildan da diyar kir bajarên Rojavayê yên qaşo nîşaneya azadî, pergal û rêzikan bûn ji nişkava kirin wekî girtîgehên servekirî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da dewletên Rojava rexne kir û wiha axivî: "Ez rasterast û bi eşkereyî dibêjim, ev hê rojên xweş in. Wê misûbetên mezin bên serê wan. Çima? Çiqas bûyerên terorê û baronên wan hene ku ji bona pirsgirêka ewlehiyê gef û talûke ne bi rêxistinên terorê yên li cem me ra dixebitin."

Erdogan destnîşan kir nêzî 200-250 hezar penaber alî sînorên wan va tên û got ku em bi hin tevdîran dixwazin rê lê bigirin lê karekî hêsan nîne, lewra yên hember mirov in û wiha dewam kir: "Tirkiyeyê 4 milyonê wê Sûriyeyî bi tevahî ji 5 milyonî zêdetir kesên ku li 81 bajêran belav bûne ra hembêza xwe vekiriye, bawerdêriya hesasiyeta mirovî ya kesên ku li bajarên xwe biyaniyan naxwazin jî namîne."AA

Dîroka nûkirinê: 02 Çile 2020, 17:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE