200 gundparêz hatin perwerdekirin

Dema karesateke aşîtê çêbibe wê tevdîran bigirin û mudaxaleya ewil bikin...

200 gundparêz hatin perwerdekirin

Li Vanê, ji bo talûkeya aşîtê projeyeke berfireh hat lidarxistin. AFAD’ê perwerde da 200 gundparêzan. Ew ê him ji bo tevdîran bixebitin him jî di dema aşîtê de bikaribin mudaxaleyî cihê afatê bikin.

Her zivistanê ji herêmê xebereke aşîtê tê. Ji ber ku ji sedî sed pêşî li vê talûkeyê nayê girtin, AFADê ji bo tevdîr û mudaxaleyê projeyek da destpêkirin.

Li Vanê, gundparêz ji bo xilaskirin û tedawiya ewil hatin perwerdekirin.

Gundparêz, herêmê ji her kesî baştir nas dikin. Bi saya vê yekê jî xebatên li cihê aşîtê wê zûtir dest pê bikin.

Li herêmê herî zêde li Mûks, Şatax, Elbaq û Muradiyeyê talûkeya aşîtê heye.

Bona vê yekê jî di destpêkê de li van 4 navçeyên Vanê tîmên aşîtê hatin avakirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE