21. fuara xurek û pakêtkirinê

150 fîrmayên xurek û makîneyê berhemên xwe dan nasîn

21. fuara xurek û pakêtkirinê

Li Hewlerê Fuara Mezin a Xurekan û pakêtkirinê dest pê kir. Li qada fuarê 150 fîrmayên navdar stand vekirin. ji wan 70 fîrma ji tirkiyê bûn.

fuara Xurek û Pakêtkirinê ya Hewlerê cara 21yan vebû.

Li qada fuarê kompanyayên çîkolata, pîzza, zeyt û zeytûnan û gelek fîrmayên din stand vekirin.

Di fuarê de nasandina makîneyên ku xurekan pakêt dikin jî hat kirin.

150 fîrmayên mezin beşdarî fuarê bûn. Ji wan 70 heb fîrmayên Tirkiyê ne.

Sefîrê Hewlerê Hakan Karaçay: “Di sala 2018an de di navbera Tirkiye û İraqê de bi qasî 8 milyar dolarî danûstandin hat kirin. Em dixwazin kapasîteya bazirganiya xwe zêde bikin. Ji Tirkiyê bi qasî 6 milyar û 300 milyon dolarî îxracat hat kirin. Em dixwazin geşedanên herêmê tesîr li bazirganiya me nekin û her ku biçe ev kapasîte mezin bibe.”

Bi saya fuarên bi vî rengî him kompanyayên navneteweyî bazara Hewlerê û karsazên herêmê nas dikin him jî xelkê herêmê teknolojiya dawî hîn dibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE