229 şervanên terorîst ên biyanî hatin dersînorkirin

Ji destpêka Hereketa Kaniya Aştiyê vir va 229 şervanên terorîst ên biyanî hatin dersînorkirin

229 şervanên terorîst ên biyanî hatin dersînorkirin

Midûrê Giştî yê Îdareya Koçê Abdullah Ayaz daxuyand ji destpêka Hereketa Kaniya Aştiyê vir va jê 75 welatiyê YEyê, 229 şervanên terorîst ên biyanî hatin dersînorkirin.

Ayaz ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand par li dijî koça bêdestûr gelek xebatên girîng hatin kirin ku 454 hezar koçberên bêdestûr hatin girtin.

Ayaz got tevdîrên li hemberî koça bêdestûr her sal zêdetir ên dîtin ku di 12ê Tîrmeha 2019an pê va li İstanbulê der barê koça bêdestûr da ew derbasî asteke nû bûne.

- 7 hezar û 898 şervanên terorîst ên biyanî hatin dersînorkirin

Ayaz der barê dersînorkirina şervanên terorîst ên biyanî da jî agahî da û wiha axivî: "Ji 2011an vir va ji 102 nijadan 7 hezar û 898 şervanên terorîst ên biyanî hatin dersînorkirin. Ji destpêka Hereketa Kaniya Aştiyê vir va jê 75 welatiyê YEyê, 229 şervanên terorîst ên biyanî hatin dersînorkirin. Ji 105 nijadan 94 hezar biyaniyan ra jî ketina welêt hat qedexekirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE