23ê Nîsanê li çar aliyê welêt bi coşî tê pîrozkirin 

23ê Nîsanê Cejna Zarokan û Serweriya Neteweyî û vekirina sala 102yemîn a Meclisê li çar aliyê welêt tê pîrozkirin.

23ê Nîsanê li çar aliyê welêt bi coşî tê pîrozkirin 

Karbidestên dewletê bi pêşîkêşiya Serokê Meclisa Miletê ya Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) Mustafa Şentop va li Anitkabîrê beşdarî merasima bi minasebeta salvegera 102yemîn a Meclisê û 23ê Nîsanê Cejna Zarokan û Serweriya Neteweyî ku hat kirin, bûn.

Di merasimê da Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener û endamên Kabîneya Serokomarî û parlementer, beşdar bûn.

Heyet di Rêya Bişêr da meşiya û hat ber mozoleya Ataturk, Serokê Meclisê Şentop çelenk danî mozoleyê, sekna rêzê kirin û Sirûda Netweyî xwendin.

Heyetê li ser derenceyan wêneya bîranînê kişandin û derbasî Birca Mîsak-i Mîliyê bûn û Şentop li wê derê Deftera Taybet a Anitkabîrê îmze kir.

Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Mahmut Ozer jî bi minasebeta 23ê Nîsanê Cejna Zarokan û Serweriya Neteweyî Anitkabîr ziyaret kir.

- Li pêş Bîrdariya Komarê ya Taksîmê merasim

Li Stenbolê jî bi minasebeta 23ê Nîsanê Cejna Zarokan û Serweriya Neteweyî li pêşiya Bîrdariya Komarê ya Taksîmê merasim hat kirin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE