23yê Nîsanê Cejna Zarokan û Serweriya Neteweyî tê pîrozkirin

Li herêma Rojhilat 23yê Nîsanê Cejna Zarokan û Serweriya Neteweyî bi merasiman hat pîrozkirin

23yê Nîsanê Cejna Zarokan û Serweriya Neteweyî tê pîrozkirin

 Li Van, Muş, Hakkari û Bitlisa bajarên herêma Rojhilatê bi minasebeta 23yê Nîsanê Cejna Zarokan û Serweriya Neteweyî va merasim hatin kirin.

Di merasima li bexçeyê Walîtiya Vanê da Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr Hasan Tevke çelenk danî ber Peykerê Ataturk paşê piştî xeberdanên qala girîngiya vê rojê dikin rêz hat girtin û Sirûda Neteweyî hat xwendin.

Walî û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin Mehmet Emîn Bîlmez cejna xwendekarên beşdarî merasimê bûn pîroz kir.

 Hakkari

Di merasima li pêş Walîtiya Hakkariyê hat kirin da jî Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr Bîlal Gur çelenk danî ber peykerê Ataturk û piştî rêzgirtinê Sirûda Neteweyî hat xwendin, xeberdanên qala girîngiya rojê dikin hatin kirin û merasim bi dawî bû.

Di merasimê da Walî û Wekîlê Şaredarê Hakkariyê Îdrîs Akbiyik, Serdozgerê Komarê Îsmet Çinar, Fermandarê Cendirme yê Bajêr Mîrlîwa Ahmet Kavukçu, Wekîlê Fermadarê Cendirmeyan ê Bajêr Mîralay Kemal Kahraman, Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Salavat Mete Pinar, amirên saziyan, midûrên dibistanan û nûnerên partiyên siyasî hebûn.

 Bitlis

Di merasima li Meydana Komarê ya Bitlîsê hat kirin da Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr Mehmet Emîn Korkmaz çelenk danî ber peykerê Ataturk. Piştî rêzgirtin û xendina Sirûda Neteweyî axaftinên qala girîngiya rojê dikin hatin kirin.

Di merasima li gor rê û rêzikên tewdîrên şewba Kovîd-19ê hat kirin da xelatên xwendekarên ku di pêşbaziyan da bi ser ketibûn, hatin dayîn.

Herî dawîn di merasimê da helbest hatin xwendin û paşê herkes belav bûn.

Muş

Li Muşê çelenk danîn ber peykerê Ataturk ê li pêş Walîtiyê ye û paşê merasimê dest pê kir. Di merasima rêzgirtinê da Sirûda Neteweyî hat xwendin û paşê jî beşdarvan belav bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE