24 hezar lire ceza birîn

Li Wanê 24 hezar lire ceza li welatiyê Îranê yê ku 40 lambeyên li kuçeyan şikênand birîn

24 hezar lire ceza birîn

Li Wanê 24 hezar lire ceza li welatiyê Îranê yê ku 40 lambeyên li kuçeyan şikênand birîn.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr di medyaya civakî û malperên xeberan da dîmen hatin weşandin ku kesek lambeyên ronîkirina kuçeyan dişkêne û li ser vê ekîbên Midûriyeta Şaxa Esayîşê û yên Midûriyeta Ewlekariya Îpekyoliyê dest bi xebatan kirin.

Polês li ser qeydên kamerayan xebitîn û tesbît kirin ku merivê 40 lambeyên kuçeyan dişkêne û zirarê dide malê dewletê O.F.T. yê welatiyê Îranê ye.

Hat ragihandin ku kesê hat binçavkirin got ku dema lambe dişikênandin serxweş bûye û hişê wî li serê wî nebûye.

O.F.T. yê şikbar piştî karûbarên li ewlekariyê sewqî dadgehê kirin û lê 24 heza lire ceza hat birîn û bi şertê kontrola edlî hat berdan.

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Gulan 2019, 11:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE