Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Agiriyê li Qesra Îshaq Paşayê kamerayên ewlehiyê bi cih kirin. Bi saya vankamerayan, qesr û dora wê 24 seat bênavber tê kontrolkirin.
Sembola Bazîdê Qesra Îshaq Paşa, êdî 24 seat bênavber bi kamerayan tê kontrolkirin.
Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Agiriyê ji bo zirar negihêje qesra dîrokî, tevdîrên hewce digre.
Li hûndir û derveyê Qesra Îshaq Paşa 16 heb kamera hatin bicihkirin.
Rojê bi sedan turîst ji bo dîtina berhema 300 salî tên serdana qesrê.