25 deşt wek "qada parastinê ya deşta mezin" hatin diyarkirin

Li Batman, Bayburt, Bursa, Elazığ, Kahramanmaraş, Kars, Malatya, Muş û Niğdeyê 25 deşt wek "qada parastinê ya deşta mezin" hatin diyarkirin.

25 deşt wek "qada parastinê ya deşta mezin" hatin diyarkirin

Biryara Serokkomariyê ya ku hin deşt wek qada parastinê ya deşta mezin bên diyarkirin di Rojnameya Fermî da hat weşandin.

Hin deştên ji hêla çandiniyê va dewlemend in ji ber hezaz, qirêjî, bikaranîna wan a nebaş û şaş xerab dibin û dewlemeniya axa van deştan kêm dibe.

Ji bo ku rê li ber van tevgeran bê girtin û hin deşt wê bên parastin biryar hat dawîn ku ew bên parastin.

Li gor vê biryarê deştên wek "qada parastinê ya deşta mezin" hatine diyarkirin ev in:

"Li Batmanê Deşta Kersosê, li Bayburtê deştên Aydintepe, Beşpinar, Demirozu û Yazibaşiyê, li Bursayê deştên Gulluce, Îznik, Orhanelî, Orhangazî û Melîkê, li Elazığê deştên Karakoçan û Kovancilarê, li Kahramanmaraşê deştên Altinyayla û Yeşîlovayê, li Karsê deştên Akyaka Demirkent, Merkez Dîkme û Susuzê, li Malatyayê deştên Eymîr Kizik, Kale û Yeniceyê, li Muşê deştên Bulanik, Lîz û Milazgirê, li Niğdeyê deştên Emînlîk û Hacibeyliyê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE