259 mixtar ji wezîfeyê hatin dûrxistin

259 mixtarên bi rêxistina terorî re têkildar ji wezîfeyê hatin dûrxistin

259 mixtar ji wezîfeyê hatin dûrxistin

Têkoşîna li dijî terorê bi aweyekî berfireh dewam dike. Di vê çarçoveyê de 259 mixtarên ku têkîliya wan bi rêxistina terorî re hebûn, ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî Süleyman Soylu ve ji wezîfeyê hatin dûrxistin.

Derbarê wan mixtaran de ku têkiliya wan bi rêxistinên terorî, şax û komên rêxistinî re hene pêvajoya îdarî û edlî dest pê kir.

Di vê çarçoveyê de ji ber ku mayîna wan a li ser wezîfeyê talûke ye, 103 mixtarên gundan û 156 mixtarên taxan bi tevahî 259 mixtar ji wezîfeyê hatin durxistin.

Beriya vê yekê jî 635 gundparêz ji ber ku têkîliya wan bi rêxistinên terorî re hebûn, ji aliye Wezareta Karên Navxweyî ve ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin.

Dîroka nûkirinê: 15 Cotmeh 2018, 14:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE