26 kesên ji hêla rêxistina terorê va hatine kuştin, hatin bibîranîn

Li Mêrdînê 26 kesên ji hêla PKKya rêxistina terorê va hatine kuştin, hatin bibîranîn

26 kesên ji hêla rêxistina terorê va hatine kuştin, hatin bibîranîn

Li Midyada navçeya Mêrdînê ji bo 26 kesên ku 28 sal berê ji ber teqîna teqemeniya desteçêkirî ya terorîstên PKKyî li ser rê bi cih kiribû miribûn merasimeke bibîranînê hat lidarxistin.

Di merasima ku li Taxa Kayalipinarê hat lidarxistin da Qur'an hat xwendin, dia hatin kirin.

Qaymeqam Ahmet Solmaz piştî merasimê ji rojnamevanan ra daxuyand di 4ê Cotmeha 1993yan da jê 8 zarok 26 welatî di êrîşa PKKya rêxistina terorê da hatine kuştin.

Solmaz got ji bo bîranînê ev merasim hatiye kirin û wiha axivî: "Mixabin gunehê terorê li kesekî nehatiye, ji zarokan bigire heta mezinan zilm li her kesî kiriye. Şikir niha bi saya têkoşîna esker, polês û gundparêzên me rewşa aramiyê çêbû. Ji bo ev êş dîsa neyên kişandin em dia dikin. Ev welat û ax ya me hemûyan e. Em wisa bawer dikin ku em ê bi aramî û tenduristî di nav ewlehiyê da bijîn. Şikir niha ev rewş pêk hatiye. Rehma Xwedê li miriyan be û Xwedê sebrê bide malbatên wan."

Îzzettin Agirmanê ap û amojinên wî di êrîşê da mirine jî behsa êrîşa terorê û êşa xwe kir.

Alîkarê Şaredar Abdurrahîm Çelîk, Fermandarê Cendirmeyan ê Bajêr Kalender Savaş Unal, Fermandarê Garnîzona Midyadê Albay Nurî Işik, gelek rayedarên din û welatî beşdarî merasimê bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE