26. Salvegera bûyera Başbağlarê

33 Kesên ku di qetlîma Başbağlarê de can dabûn hatin bîranîn

26. Salvegera bûyera Başbağlarê

Pêşî Madimak piştî wê 3 rojan jî qetlîama Başbaxlarê pêk hat. beriya 26 salan terorîstan avêtin ser gundê başbaxlarê yê erzincanê û 33 mehsûm bi awayekî hov dan ber guleyan û şewitandin. piştî 26 salan ji bo salvegera şehîdên başbaxlarê careke din merasîm hat lidarxistin. êş û jana şehîdan hê di dilê wan de ye.

Ji rojan 2ê Tîrmeha sala 1993’an bû, 35 kes li Sêwasê di otêla Madimakê de belasebep hatin şewitandin.

Piştî vê bûyerê 3 rojan, yanî di 5ê Tîrmehê de komek terorîstên PKKê beriya nimêja êvarê avêtibûn ser gundê Başbaxlara Erzincanê û 33 insanên bêguneh qetil kirin.

Terorîstên PKKê qaşo heyfa Madimakê hildabûn.

Ji bo salvegera wê qetlîamê li gundê Başbaxlarê îro merasim hat lidarxistin.

Merasim li pêşiya Mala Çandê ya li meydana gund hat kirin.

Ji xeynê Alîkarê Wezîrê Spor û Ciwaniyê Sinan Aksu, Waliyê Erzinganê Ali Arslantaş, Şaredar Bekir Aksun, parlamenterên AK Partî û CHPê û xelk beşdarî merasimê bûn.

Di merasimê de rêz hat girtin, Sirûda Neteweyî û Qur'ana Pîroz hat xwendin.

Di bîranînê de peyamên serxweşiya Serok Recep Tayyîp Erdogan û siyasiyan şandibûn hatin xwendin.

Di qetlîamê de ap, xal û eqrebeyên Serokê Komeleya Alîkariyê yê Başbaxlarê yê berê Şerîf Gul jî hatibûn kuştin.

“26 Sal e êş û jana me wekî roja ewil dewam dike. Madimak û Başbaxlar bi hev re hatine plankirin. Em bi sala ne li benda edaletê ne. Heger ev bûyer bihata ronîkirin ez bawer im wê hewla derbeya 15 Tîrmehê pêk nehata. Lewra ev qetlîameke ji rêzê nîne. Bi taybetî ser Başbaxlarê û li dijî Tirkiyeyê hatiye organizekirin.”

Di bîranînê de bal hat kişandin ser bûyera Madimak û Başbaxlarê û hat gotin êş eynî ne divê kes êşan nede ber hev.

“Li Sêwasê 35 kes hatin şewitandin, li Başbaxlarê jî 33 kes dan ber guleyan. Ferqa her du bûyeran tine. Em vê bêwicdaniyê qebûl nakin”

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Veli Ağababa: “Piştî hediseya Sêwasê bûyera Başbaxlarê pêk hat. Di sala 1993an de dixwestin ku welatê me tevlîhev bikin. Ji bo gelê Tirkiyeyê bînin hemberî hev ev qetlîam organîze kirin. Kesên wehşeta Başbaxlarê kirin heta niha nehatine qefaltin, em ji ber vê xemgîn in.”

Hatice Ozdemira ku mêrê wê hatibû kuştin jî bi walî Ali Arslantaş re derket ser dikê û got e “33 Canê me ji me sitendin lê îro 330 nevîyên wan li hemberê dijminan amade ne”

Gorên şehîdan hatin ziyaretkirin û ji bo 33 şehîdan dia hatin kirin.

Dîroka nûkirinê: 05 Tîrmeh 2019, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE