Ji Agiriyê 273 koçberên bêpergal ên Efxan ku bi rêyên dereqanûnî hatibûn Tirkiyeyê, bi balafiran ber bi welatên wan ve hatin şandin.
Koçberên bêpergal ên ku di demên cuda de girtin ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine girtin û li Navenda Paşveşandinê ya girêdayî Rêveberiya Îdareya Koçê di bin çavan de tên girtin, ji bo welatên wan paşve tên şandin.
273 ji wan koçberan bi wesayitên Rêveberiya Îdareya Koçê anîn Balafirxaneya Ehmedê Xanî û piştî kontrola tenduristiyê ew derbasî holê kirin.
Koçberên ku karûbarên wan li wêderê qediyan bi refeqeta cendirmeyê li 2 balafiran hatin siwarkirin û ji bo welatên wan hatin şandin.AA