273 welatiyên Tirk ên ji Kabulê hatin texliyekirin, gihîştin Stenbolê

273 welatiyên Tirk ên ji Kabulê hatin texliyekirin, gihîştin Stenbolê

Li Efxanistanê 273 welatiyên Tirk ên ji Kabulê bi balafira Rêhewaya Tirkan (THY) va duh gihîştibûn Pakistanê îro serê sibê hatin Stenbolê.

Piştî ku Talibanê Kabul bi dest xist 273 welatiyên Tirkiyeyê xwestin ku vegerin welêt.

Balafira 273 kes tê da bûn duh gihîşt Îslamabada paytextê Pakistanê.

Rêwî li balafirgeha Îslamabadê li balafira THYyê ya ku hejmara wê "TK6880"e siwar bûn.

Balafira THYyê di saet 08.15an da gihîşt Balafirgeha Stenbolê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE