28. Kampa Şêwr û Nirxandinê ya AK Partiyê

28. Kampa Şêwr û Nirxandinê wê li Kizilcahamamê bê kirin...

28. Kampa Şêwr û Nirxandinê ya AK Partiyê

28’mîn kampa şêwr û nirxandinê ya AK Partiyê li Kizilcahamamê dest pê dike. Serok Erdoğan dê serokatiya kampê bike. di kampê de wê encamên hilbijartinên herêmî bi awayekî rêkûpêk werin nirxandin. tevî têkoşîna li dijî terorê û aboriyê dê di rojeva kampa 3 rojan de gelek mijar hebin.

Piştî hilbijartinên 31ê Adarê AK Partî dê cara ewil biçe kampê.

Serok Erdoğan dê li Kizilcahamamê ligel teşkîlata partiya xwe bicive.

Parlamenter, şaredarên navçe û bajaran û serokbajarên partiyê wê bicivin.

Derbarê hilbijartinên herêmî de li ser 81 bajaran rapor hatin amadekirin.

Sedemên kêmbûn û zêdebûna dengan yên di raporan de wê li Kizilcahamê werin nirxandin.

Kamp wê di 26ê Nîsanê de dest pê bike û heta 3 rojan dewam bike.

Serok Erdoğan dê roja şemiyê axaftina destpêkê bike.

Di kampê de wê encamên hilbijartinê bi awayekî hûr û kûr werin nirxandin.

Di serî de têkoşîna li dijî terorê û aborî wê gelek mijar werin rojeva civînê.

Wezîrê Karên Navxweyî Süleyman Soylu, wezîrê jîngeh û bajarvaniyê Murat Kurum û wezîrê xazîne û darayiyê Berat Albayrak wê li kampê dosye pêşkêş bikin.

Piştî îştîşare û nirxandinan dê kampa Kizilcahamamê bi axaftina dawiyê ya Serok Erdoğan roja yekşemê biqede.

Hemû riyên ku dertên otela li Kizilcahamamê bi afîş û alayên AK Partiyê hatin xemilandin.

Polîs li derdorê tevdîrên berfireh girtin.

Hemû riyên ku diçin otelê bi awayekî serûber tên kontrolkirin.

Dîroka nûkirinê: 25 Nîsan 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE