2,8 milyon doz aşiya BîoNTechê ya ku anîn Türkiyeyê li depoyên Wezareta Tenduristiyê hatin bicîkirin

Aşî li odeyên taybet ên ku ji bo şertên veşartinê bi taybetî hatine sêwirandin tên muhafezekirin

2,8 milyon doz aşiya BîoNTechê ya ku anîn Türkiyeyê li depoyên Wezareta Tenduristiyê hatin bicîkirin

2,8 milyon doz Aşiya BîoNTechê ya ku anîn Türkiyeyê û li depoyên Wezareta Tenduristiyê hat bicîkirin li odeyên ku bi taybetê hatin sêwirandin di 80 pile bin sifirê da tên veşartin.

Di daxuyaniya wezaretê da hat diyarkirin ku aşiya BîoNTechê jî tevî xebatên aşîkirinê yên ku li Türkiyeyê bi serkeftî tên kirin bû.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku bi sewqiyatên dawîn va jimara aşiyên BîoNTechê gihaşt 2,8 milyon dozî û aşî li depoyên Tenduristiya Gel a Wezareta Tenduristiyê li gor şertên taybet hatin bicîkirin, piştî xebatên analîza aşiyê dê dest bi lêxistina aşiyan bikin.

Di daxuyaniyê da bal kişandin ku aşî dê di nîsanê da bigihîje 4,5 milyon dozî û ji bo 30 milyon dozî bi fîrmayê ra peymana bi opsiyon hatiye kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE