295 welatiyên Tirk ên li Amerîkayê ji bo ku vegerin welêt ji Chîcagoyê bi rê ketin

Welatiyên Tirk ên li Amerîkayê piştî ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) seferên balafiran betal bûbû ew li wir asê mabûn îro bi balafireke taybet a Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) va ji Balafirgeha O'hare ya Chîcagoyê bi rê ketin ku herin Tirkiyeyê.

295 welatiyên Tirk ên li Amerîkayê ji bo ku vegerin welêt ji Chîcagoyê bi rê ketin

Welatiyên Tirk ên li Amerîkayê piştî ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) sefen balafiran betal bûbû ew li wir asê mabûn îro bi balafireke taybet a Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) va ji Balafirgeha O'hare ya Chîcagoyê bi rê ketin ku herin Tirkiyeyê.

Seferên balafiran ên di navbera Amerîka û Tirkiyeyê da ji ber şewba vîrusa koronayê di 27-28ê Adarê da hatibûn rawestandin. Ji bo welatiyên Tirk ên li Amerîkayê vegerin Tirkiyeyê sefera dawîn ji Chîcagoyê çêbû.

 295 welatiyên Tirk hatin Balafirgeha O'hare ya Chîcagoyê, piştî agirê wan hat pîvan û karên bilêtan xilas bû ew yek bi yek balafirê sîwar bûn.

Serkonsolosa  Chîcagoyê ya Tirkiyeyê Ayşe Selcan Şanli û xebatkarên konsolxaneyê jî hatin balafirgehê û rêwî bi rê kirin.

Beriya vê di 23-24ê Nîsanê da ji bo welatiyên Tirk ên li Amerîkayê mane vegerin Tirkiyeyê ji Washîngton, New York û Los Angelesê 3 sefer hatibûn kirin.

Ji bilî vê di 15ê Gulanê da ji New York û Chîcagoyê, di 16ê Gulanê da ji Houstonê û di 17ê Gulanê da ji Mîami'yê seferên taybet hatibûn kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE