2yê Nîsanê roja otîzmê ya cîhanê

Li Ercişa Vanê ji bo zarokên otîstîk çalakiyên cuda hatin lidarxistin

2yê Nîsanê roja otîzmê ya cîhanê

2yê nîsanê wekî roja otîzmê ya cîhanê tê qebûlkirin. di vê rojê de ji bo balê bikişînin ser nexweşiyê xebatên cuda tên kirin. li Ercişa Vanê û li Bingölê çalakî û bernameyên taybet hatin lidarxistin.

Li hemû dinyayê ji bo bala mirovan bikişînin ser nexweşiya otîzmê û nexweşên wê rojeke taybet hat îlankirin.

2yê Nîsanê li her derê dinyayê wek Roja Otîzmê ya Cîhanê tê qebûlkirin.

Di cê rojê de çalakî û bernameyên taybet tên lidarxistin.

Li Ercişa Vanê, Midûriyeta Xizmetên Civakî ya navçeyê ji bo vê roja taybet çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de zarokên ku nexweşên otîzmê ne, ji bo balê bikişînin ser nexweşiyê bi pankartan heta ber Qeymeqamtiyê meşiyan.

Nexweşên otîzmê piştî çalakiyê bi hev re bîskekî lîstin, wêne xêz kirin.

Zarokê otîstîk ê bi navê Umut İslamê ku li taxa Kişlaya Ercişê dijî, her tim dixwest bibe qeymeqam.

Qeymeqamê navçeyê Nuri Mehmetbeyoğlu ji bo pêkanîna xeyala Umutê 9 salî ket dewrê.

Tirimbêla xwe ya meqamê şand mala Umut.

Zarokê biçûk li tirimbêlê siwar bû, çû avahiya qeymeqamtiyê û li cihê qeymeqam rûnişt.

Qeymeqam Nuri Mehmetbeyoğlu him xelat dan Umutê biçûk, him jî pê re bi bêtêlê li polîsan geriya û kêfa wî anî.

Li Çewligê jî Şaxa Jinan a AK Partiyê ji bo roja taybet xebatek li dar xist.

Di xebatê de endamên Şaxa Jinan çûn dibistaneke taybet a ku zarokên otîstîk tê de tên perwerdekirin.

Li dibistanê endamên Şaxa Jinan ji bo kêfa zarokan bînin bi wan re aktîvîteyên cuda kirin.

Di dawiya serdanê de xelatên cur bir cur dan zarokan û dilê wan xweş kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE