Wezareta Parastina Neteweyî (WNP) diyar kir ku 3 endamên FETOyê yên hewl didan bi rêyên dereqanûnî birevin Yewnanistanê li sînor hatin girtin.
Di daxuyaniya walîtiya da wiha hat gotin: "3 kesên hewl didan ji Tirkiyeyê bi rêyên dereqanûnî derbasî Yewnanistanê bibin li xeta sînorê li Îpsala/Edirneyê hatin girtin. Hat tesbîtkirin ku 3 kesên teslîmî Fermandariya Cendirmeyên Merîçê kirin ji ber endamtiya FETOya rêxistina terorê tên darizandin."
AA