3 eskerên şehîd bi merasîmê bo memleketên xwe hatin şandin

Eskerên li Akçakaleyê li ser sînor şehîd bûn bi merasimê bo memleketê xwe hatin şandin

3 eskerên şehîd bi merasîmê bo memleketên xwe hatin şandin

Cinazeyên Texmenê Piyade Murat Alyakut, Onbaşiyê Piyade Enes Koç û Eskerê Bipeyman ê Piyade Ertugrul Ulupinar ku li Akçakaleya navçeya Şanliurfayê li ser sînor şehîd bûn, piştî merasimê bo memleketên wan hatin şandin.

Cinazeyên Alyakut, Koç û Ulupinar ên şehîd ên bi alaya Tirk pêçayî ji morxa Tiba Edlî ya Şanliurfayê hildan digel konvoyê birin Balafirgeha Şanliurfa GAPê.

Di merasima li vir da rawestîna rêznîşandanê hat kirin, kurtejiyana şehîdan hat xwendin.

Miftiyê Şanliurfayê Ramazan Tolan dia kir, dema cinazeyên şehîdan hildan ser milan, hevalên wan ên mesaiyê kelogirî bûn.

Di merasimê da jina şehîd Gulsum Alyakutê giriya, darbesta mêrê xwe hemêz kir. Waliyê Şanliurfayê Abdullah Erin û yên pê ra di ber dilê jina şehîd da hatin.

Piştî merasimê, cinazeyê Alyakut bo Kahramanmaraşê, yê Koç bo Stenbolê û yê Ulupinar jî bo Mêrsînê bi balafirê hatin şandin.

Waliyê Şanliurfayê Abdullah Erin, Fermandarê Artêşa 2yem Orgeneral Metin Gurak, Fermandarê Şaxartêşa 7em Tumgeneral Yilmaz Yildirim, Şaredarê Bajarê Mezin Zeynel Abidin Beyazgul, Fermandarê Tuxaya Bizirx a 20em Tuxgeneral Oktay Agbuga, Parlamenterên AK Partiyê yên Şanliurfayê Kasim Gulpinar û Gulender Açanal, Midûrê Ewlekariya Parêzgehê Selçuk Doguş, Fermandarê Cendirmeyê Tuxgeneral Metin Duz, Serokê Komeleya Alîkarî û Hevkariyê ya Malbatên Şehîdan a Şanliurfayê Mehmet Yavuz, nûnerên civaka sivîl û hevalên mesaiyê yên şehîdan beşdarî merasimê bûn.

Li Akçakaleya Şanliurfayê li ser sînor duh bi teqîna teqemeniya destçêkirî ya bi destê terorîstan hatibû çalkirin, 3 esker şehîd bûbûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE