3. festîvala guldexwîn û ribêsan

Di festîvalê de danasîna çand û turîzma Hakkariyê hat kirin

3. festîvala guldexwîn û ribêsan

Walîtiya Colemêrgê bi hevkariya Midûriyeta Çand û Turîzmê ya bajêr 3. Festîvala guldexwîn û ribêsan li dar xist. Hunermend aydin aydin jî li festîvaslê bû û bi strana xwe ya bi navê “ribês” kêfa beşdaran anî.

Festîvala Guldexwîn û Ribêsan cara sêyem li ber avahiya Walîtiya Colemêrgê hat lidarxistin.

Organîzasyona festîvalê ji aliyê walîtî û midûriyeta çand û turîzmê ya bajêr hat kirin.

Hunermend Aydin Aydin jî bi kostûma xwe ya ribêsan beşdarî festîvalê bû. Ji bo mêvanan strana xwe ya bi navê “Ribês”ê strî.

Bi moderatoriya Aydin Aydin pêşbaziya xwarina ribêsan jî hat lidarxistin.

Koma Rengê Hakkariyê govend gerand. Rayedarên bajêr û mêvan bi hev re ketin govendê û dîmenên rengîn derketin holê.

Di festîvalê de kesên ku di pêşbaziyan de ketin dereceyê xelat jî wergirtin.

Dîroka nûkirinê: 23 Gulan 2019, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE