Li Elezîzê fuara Xurek, Çandinî û Heywandariyê ya Rojhilatê Anadolê, dest pê kir. 130 fîrma beşdarî fuarê dibin. Fuar wê 4 rojan dewam bike.
Xebatên ji bo pêşketin û pêşxistina çandiniya herêman didomin.
3yemîn Fuara Çandinî û Heywandariyê ya Rojhilatê Anadolê li Elezîzê dest pê kir.
Ji herêmê 130 sazî, fîrma û karsaz jî beşdarî bernameyê dibin û li fuarê xebat û projeyên xwe nîşan didin.
Di standan de ji cotkariyê heya teknolojiyê ber û berhemên cûr bi cûr tên nîşandan.
Cotkar jî beşdarî fuarê dibin. Hin ji wan pez û berxikên xwe hin ji wan jî berê xwe anîn fuarê.
Fuar bi bernameyên cûrbicûr, wê 4 rojan dewam bike û çav li rê ne îsal 40 hezar kes bên serdana fuarê.