3. fuara pirtûkan a li Elazığê

70 weşanxaneyan stand vekirin, 100 nivîskar hatin fuarê

3. fuara pirtûkan a li Elazığê

Li Elezîzê, 3yemîn fuara pirtûkan dest pê kir. di fuarê de 70 weşanxaneyan stand vekirin. her wiha 100 nivîskar jî wê programan çêkin. fuar heta 3yê mijdarê vekirî ye.

Şaredariya Elezîzê ev cara 3yemîn e Fuara Pirtûkan li dar dixe.

Ji bo destpêkirina fuarê merasîm hat lidarxistin. Rayedar û siyasetmedarên bajêr û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.

Di destpêka merasîmê de ekîba mehteranê ji bo welatiyan sirûdên leşkerî gotin.

Di fuarê de 70 weşanxane û 150 stand hene. Her wiha 100 nivîskar dê tevlî fuarê bibin û pirtûkên xwe îmze bikin.

Di fuarê de panel, konferans, hevpeyvîn û programên îmzeyê jî tên lidarxistin.

Fuar heta 3yê Mijdarê vekirî ye. Welatî dikarin heta wê demê herin fuarê.

Dîroka nûkirinê: 26 Cotmeh 2019, 15:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE