"3 jê Tirk 8 hevalên me yên xebatê jiyana xwe ji dest dan"

Pakdemirlî piştî ku li cihê bûyerê ji hewayê lêkolîn kirin maseya qeyranê ya ku li Walîtiya Qehremanmaraşê hat avakirin ziyaret kir û di civîna çapemeniyê da axivî. Pakdemirlî bi bîr xist ku balafira cureyê Be-200ê ya Ûris a ku Midûriya Giştî ya Daristanan ji bo şewatên daristanê kirê kiribû li Edeneyê hatibû bicîkirin.

"3 jê Tirk 8 hevalên me yên xebatê jiyana xwe ji dest dan"

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî diyar kir ku di balafira agirkujiyê ya ku li Qehremanmaraşê ket da 8 kes mirin û got "Ji bo ku bêtir agahî bên dayîn gelekî girîng e ku lêkolîna teknikî xilas bibe."

Pakdemirlî piştî ku li cihê bûyerê ji hewayê lêkolîn kirin maseya qeyranê ya ku li Walîtiya Qehremanmaraşê hat avakirin ziyaret kir û di civîna çapemeniyê da axivî. Pakdemirlî bi bîr xist ku balafira cureyê Be-200ê ya Ûris a ku Midûriya Giştî ya Daristanan ji bo şewatên daristanê kirê kiribû li Edeneyê hatibû bicîkirin.

Pakdemirlî got ku balafir îro ji bo şewata daristanê ya li Qehremanmaraşê derket çû herêmê û dora saet 14.25an da rastî qeza qirimê hat û wiha axivî: "Pêşî gundparêzên me bi peyatî gihaştin herêmê paşê ekîbên me yên JAK û AFADê ji hewayê gihaştin herêmê. Ez dikarim bi xemgînî bibêjim ku 3 jê Tirk 8 hevalên me yên xebatê mirin. Xwedê rehma xwe li hevalên me bike. Ez ji bo malbatên wan sebrê dixwazim."

Pakdemirlî got ku dozger û Saziya Tibê Edlî der barê mijarê da xebatên xwe didomînin û wiha axivî:

"Ji bo ku bêtir agahî bên dayîn gelekî girîng e ku lêkolîna teknikî xilas bibe. Piştî ku ekîbên qeza qirimê lêkolîna qutiya reş û lêkolîna fiîlî ya di cî da biqedînin dema em gihaştin bêtir agahiyê dê merciyên hewce daxuyaniyên hewce bidin. Me bi walî û parlementerên xwe ra li herêma ku enqaz lê ye lêkolîn kirin. Ji enqazê gelek tişt nemane. Ji bo me hemûyan derbasî be, Xwedê rehma xwe lê bike. Rebbê min welatê me ji bobelatên bi vî awayî biparêze."

Fatîh Metînê Alîkarê Wezîrê Çandinî û Daristanê, Bekîr Karacabeyê Midûrê Giştî yê Daristanan, Omer Faruk Coşkunê Waliyê Qehremanmaraşê, Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Qehremanmaraşê Hayrettîn Gungor, Parlementerên Qehreman maraşê yên AK Partyiê Celalettîn Guvenç, Ahmet Ozdemir û Mehmet Cîhat Sezal û rayedarên din li gel Wezîr Pakdemirlî bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE