3 milyon kesî Mêrdîn ziyaret kir

Di nav 10 mehan da 3 miyon kesî Mêrdîna gihîşt hizûr û ewlehiyê ziyaret kir, otel xwe bi rezervasyonan ra nagihînin.

3 milyon kesî Mêrdîn ziyaret kir

Hat ragihandin ku di nav 10 mehan da 3 miyon kesî Mêrdîna gihîşt hizûr û ewlehiyê ziyaret kir.

Mustafa Yamanê Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê got, "Ji serê salê vir da hejmara turîstên bajarê me ziyaret kirin gihîşte bi qasî 3 milyonî.

Mêrdîna bi sedan sal in lê dîn, ziman û çandên cuda bi hev ra dijîn bi kevirên hatine neqişandin, medrese, manastir û mizgeftên dîrokî û bajarokên antîk va di van demên dawîn da bala turîstan dikişîne.

Bi ziyaretvanên rojane û yên li bajêr dimînin va bajar gihîşt rojên xwe yên berê û otel xwe bi rezervasyonan ra nagihînin. Di nav 10 mehan da kêmzêde 3 milyon kesî bajar ziyaret kir.

Mustafa Yamanê Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê di daxuyaniya xwe da got ku di têkoşîna dijî terorê da gel sebir kir û ji wan ra dia kir, di 2 salên dawîn da hizûr û ewlehî hat bajêr.

Yaman destnîşan kir ku welatî û esnaf ji vê rewşê memnûn in, rûyê her kesî dikene û got ku têkoşîna dijî terorê ew ê dewam bike.

Yaman diyar kir ku di otêlan da cî nema û wiha pê da çû:

"Dawiya hefteyê hemû ciyên razanê tijî ne. Hetanî nika hejmara kesên li bajêr razan ji 400 hezarî derbas bû. Hejmara kesên ji bo rojekê tên jî ji 2 milyonî zêdetir e. Kêmzêde 3 milyon turîst bajarê me ziyaret kir. Em dizanin ku hetanî dawiya salê ev hejmara ew ê zêde be. Li gor agahiyên ji rayedaran hatin sitandin di cotmehê da hemû otêl tijî bûne. Otêl xwe bi rezervasyonan nagihînin. Înşallah ew ê wiha dewam bike. Hedefa me ew e ku hejmara turîstan ji vê reqemê zêdetir be."

Yaman diyar kir ku veberhêner eleqeyê nîşanî Mêrdînê didin û wiha axivî: "Hin geşedanên merivan kêfxweş dikin jî diqewimin. Ji bo veberhênanên turîzmê hemşehriyên me û veberhênerên li bajarên din eleqeyê nîşanî bajarê me didin. Em ê jî piştgiriyê bidin wan. Birêz Serokomarê me û dewleta me jî piştgiriya xwe kêm nakin."

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Cotmeh 2018, 17:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE