Dikana wê şewitî; bêkar ma û 100 hezar lîre zirar kir. lê Jinika Qoserî bi piştgiriya krediyê dikana xwe dîsa vekir û karê xwe mezintir kir...
Beriya 3 salan dikana wê ya kulîlkan hebû.
Lê agir girt dikana Sevîm Sertkayaya Qoserî û di şevekê de her tiştê xwe winda kir.
Pir li ber ket, lê nesekinî û ji bo xwe û malbata xwe li çareyekê geriya.
Bi saya Mîkrokrediya ku ji saziyeke taybet girt, dikana xwe ji nû ve ava kir û karê xwe mezintir kir.
Sevîma jêhatî ji bo jinên taxê jî mînakeke mezin e.