3 şaredarên berê yên HDPyî hatin girtin

Şaredarên berê yên HDPyî ya Mazidagê Nalan Ozaydin, ya Savurê Gulistan Oncu û ya Dêrikê Mulkiye Esmez ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da hatibûn binçavkirin hatin girtin

3 şaredarên berê yên HDPyî hatin girtin

Li Mêrdînê şaredarên berê yên HDPyî ya Mazidagê Nalan Ozaydin, ya Savurê Gulistan Oncu û ya Dêrikê Mulkiye Esmez ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da hatibûn binçavkirin hatin girtin.

Ozaydin, Oncu û Esmeza ku di çarçoveya lêpirsîna terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê da hatibûn binçavkirin, piştî miemeleyên li ewlekariyê sewqî Edliyeya Mêrdînê kirin.

Piştî îfadeyên wan ên li cem dozgeriyê, Ozaydin, Oncu û Esmez bi destê dadgehê hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê da ji bo hin berşikên ku Ozaydin, Oncu û Esmez jî di navê da ne biryara binçavkirinê hatibû dayîn û li ser vê yekê hêzên ewlekariyê jî di operasyona hevdem da hersê şaredarên berê binçav kiribûn.

Ozaydin, Oncu û Esmez ji ber lêpirsîna terorê bi destê Wezareta Karên Navxweyî ji kar hatibûn dûrxistin û herwiha şûna Ozaydinê Qaymeqamê Mazidagê Muhsin Duran Kalkan, şûna Oncuyê Qaymeqamê Savurê Bayram Turker û şûna Esmezê jî Qaymeqamê Dêrikê Hakan Kafkas wekî Wekîlê Şaredar hatibûn peywirdarkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2019, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE