3 Şaredarên HDPyî hatin binçavkirin

Di çarçoveya lêpirsîna terorê da Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Adnan Selçuk Mizrakli ku ji wezîfeyê hat hildan, Şaredara Kayapinarê Kezban Yilmaz û Şaredarê Bismilê Orhan Ayaz hatin binçavkirin

3 Şaredarên HDPyî hatin binçavkirin

 Li Diyarbekirê Şaredarê Bajarê Mezin ê HDPyî ku ji wezîfeyê hat hildan û Şaredarên Kayapinar û Bismilê hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna terorê ya ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê dimeşîne da ji ber sûcên "endambûna rêxistina terorê" û "kirina propagandaya terorê" tevî yekê ku ji wezîfeyê hatibû hildan seba 3 şaredarên HDPyî biryara girtinê hat dayîn.

Ekîbên Midûriya Emniyeta Bajêr operasyon birin ser navnîşanên wan û Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê yê berê Adnan Selçuk Mizrakli, Şaredara Kayapinarê Kezban Yilmaz û Şaredarê Bismilê Orhan Ayaz hatin binçavkirin.

Mizrakli li cendirmeyê, Yilmaz û Ayaz jî li emniyetê îfadeyê didin.

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Cotmeh 2019, 13:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE