3 sporvanên serkeftî dê Türkiyeyê temsîl bikin

Sporvanên Ağrıyî dê tev li Şampiyoniya Beza Çiyê ya Cîhanê bibin

3 sporvanên serkeftî dê Türkiyeyê temsîl bikin

Sporvanên Ağrıyî Mehmet Vefa Aydemir, Ozan Günen û Şeyhmus Sarihan, li Trabzonê di şampiyoniya beza çiyê ya Türkiyeyê de ketin dereceyê. Her 3 sporvan wê di şampiyoniya beza çiyê ya cîhanê de Türkiyeyê temsîl bikin.

Di 22yê Tebaxê de li Köprübaşiya navçeya Trabzonê Şampiyoniya Beza Çiyê ya Türkiyeyê hat lidarxistin.

Zêdetirî 100 sporvan tev li vê şampiyoniyê bûn.

Li wê derê sporvanên Ağrıyî Mehmet Vefa Aydemir, Ozan Günen û Şeyhmus Sarihan katin derecê.

Li ser vê serfiraziyê her 3 sporvan wê tev li Şampiyoniya Beza Çiyê ya Cîhanê bibin û Türkiyeyê temsîl bikin.

Şampiyoniya Beza Çiyê ya Cîhanê wê di meha Mijdarê de li Taylanê were lidarxistin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE