3 ton goşt belavî 700 kesan kirin

Li Ozalpa navçeya Vanê welatiyên ku li taxê Kalecîkê dijîn qurbanên ku serjidikin goştê wê wekhev parve dikin

3 ton goşt belavî 700 kesan kirin

Li Ozalpa navçeya Wanê welatiyên ku li taxê Kalecîkê dijîn qurbanên ku serjidikin goştê wê wekhev parve dikin û belavî hemû welatiyan dikin.

Welatiyên ku li taxê Kalecîkê dijîn her sal li qada gund kom dibin û bihevra qurbanê xwe serjêdikin. 

Welatiyan îsal 80 pez serjkirin. Ji pezê qasî 3 ton derket. Goşt serê malê 4 kîlo û 250 gram hat parvekirin û kirin pakêt. Pakêt paşê yek û yek belavî welatiyan kirin. 

Mixtarê gund Yilmaz Sarim daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew goştê kom dikin belavî hemû kesî dikin û wiha axivî:

"Ev edet ji bav û kalên me ji me ra maye. Em jî vê edetî didomînin. Armanca me yêkitîya gundê me ye. Em goştê kesên ku qurbanê wan tune ne re jî belav dikin. Em qurbanê xwe ji bo Xwedê dibirin. Hewce nîne ev goşt di dolaban de bimîne. Di dema em qurbanên xwe serjêdikin hemû gundî alîkariya me dikin. Em kevilê wan jî bexşî Heyva Sora Tirkan dikin."AA

Dîroka nûkirinê: 12 Tebax 2019, 12:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE