30 sal e "hilatina rojê ya herî xweş" temaşe dike

Menteyê şahidiya hilatin û qulibîna rojê dike piştî ku tarî dikeve erdê jî li konteynera li nêzî bajarê antîk mesaiya xwe temam dike. Mente radyoya xwe vedike nanê xwe çêdike û di tariyê da li dewriyeyê digere.

30 sal e "hilatina rojê ya herî xweş" temaşe dike

 Bîlal Menteyê wezîfedarê Midûriyeta Şaxa Parastina Tebîetê û Parkên Neteweyî yê li Çiyayê Nemrûdê wezîfeyê dike 30 sal e ewlehiya herêmê pêk tîne. Çiyayê Nemrûdê li dinyayê wekî ciyê herî balkêş ê lê roj derdikeve tê zanîn.

Menteyê 54 salî di sala 1992yan da li Çiyayê Nemrûdê dest bi wezîfeyê kir û her roj wekî roja ewil wezîfeya xwe dike. Menteyê bi 2 hevalên xwe ra bi nobedarî wezîfeya xwe didomîne bi roj ji turîstan ra eleqedar dibe û bi şev jî timulusên Qiraltiya Komageneyê û peykeran mihefeze dike. Menteyê şahidiya hilatin û qulibîna rojê dike piştî ku tarî dikeve erdê jî li konteynera li nêzî bajarê antîk mesaiya xwe temam dike. Mente radyoya xwe vedike nanê xwe çêdike û di tariyê da li dewriyeyê digere.

Mente ji kişandina wêneyan gelekî hez dike ji ber vê her roj di der û dora saet 04.00an da diçe tanga timulusan û wêneyên hilatina tavê dikişîne. Wêneyên wî û Komeleya Hunera Wêneyan a Çiyayê Nemrûdê ya ku ava kiribû jî tevkariyê didin danasîna herêmê.

Bîlal Mente daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji sala 1192yan vir da li vê derê dixebite û wiha pê da çû: "Kêm û zêde 30 sal e li Çiyayê Nemrûdê mêze dikim. Min li vê derê gelek wezîfe kirin û hê wekî roja ewil bi kelecanî dixebitim."

Mente got demekê berê li ser pêşniyaza ziyaretvanekî eleqe nîşanî wênekêşiyê da û wiha axivî: "Min dest pê kir bi îmkanên xwe wêne kişandin. Wêne tên ecibandin. Li ser vê min biryar da ku kar mezin bikim."

Mente got hem ji bo wêneyên xwe bide nasîn hem jî tevkariyê bide herêmê Komeleya Hunera Wêneyan a Çiyayê Nemrûdê ava kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE