Wezareta Navxweyî ragihand ku di encama rapeçîna li dijî hesabên medyaya civakî yên ku derbarê koronavîrusê parvekirinên provakatîf û bêbingeh dikirin de, 303 kes hatin girtin.
Di daxuyaniya wezaretê de wiha hat gotin, "Li dijî 5603 hesabên medyaya civakî yên ku di 31 rojên dawîn de derbarê koronavîrusê parvekirinên provakatîf û bêbingeh dikirin, rapeçîn hat kirin. Di encamê de 765 gumanbar hatin tesbîtkirin û 303 ji wan hatin girtin."
AA