"31 hezar û 88 kes ji ber FETOyê girtî ne"

Wezîr Gul li Mala Dadgeran ya Enqereyê bi nûnerên medyayê ra hat bal hev.

"31 hezar û 88 kes ji ber FETOyê girtî ne"

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul der barê serdana heyeta Amerîkayê ya li Tirkiyeyê da wiha got: "Gorî mijarên ku dozger jî bûn şahid bawer dikim ku di lêpirsînê da wê geşedanên cuda çêbin."

Gul li Mala Dadgeran ya Enqereyê bi nûnerên medyayê ra hat bal hev.

Wezîrê Edaletê Gul der barê lêpirsîna FETOyê ya li Amerîkayê tê meşandin da diyar kir ji bona lêpirsîna tê meşandin der barê hin mijaran da ji Tirkiyeyê agahî hatin xwestin û wiha got: "Ji New York û Washingtonê 2 dozger hatin. Em dixwazin alîkariya hiqûqî bidin û li ser navê Tirkiyeyê pêvajoyê bişopînin."

Abdulhamît Gul ji bona lêpirsîna FETOyê ya li Amerîkayê diyar kir heta ji destê wan were wê hemû agahiyan bidin û got li wir ji ser kesan ra pereyê dereqanûnî diçe yan jî bi rêyên îllegal.

Gul der barê serdana heyeta Amerîkayê ya li Tirkiyeyê da diyar kir gorî mijarên ku dozger jî bûn şahid em bawer dikim ku di lêpirsînê da wê geşedanên cuda çêbin û wiha dewam kir: "Tirkiye darizandineke adil dike û gorî delîlan digihêje encamê. Ev gelekî girîng e û heyeta Amerîkayê jî bû şahidê vê."

Wezîrê Edaletê Gul destnîşan kir bi her awayî hatiye îspatkirin ku FETO rêxistina terorê ye û got girîng e ku meqamên Amerîkayê vê tescîl dikin.

Gul der barê îadekirina Fetullah Gulen da destnîşan kir îadekirina Gulenê serkirdeyê FETOyê pêvajoyeke cuda ye û got ku lê qebûlkirina Amerîkayê û qinaetên meqamên darazê wê tesîreke baş li vê pêvajoyê bike.

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul destnîşan kir der barê hewla derbeyê da 289 doz hatine vekirin û jê 241 doz gihîştine encamê.

Wezîrê Edaletê Gul got ku hejmara kesên ji ber FETOyê girtî ne û ceza xwarine 31 hezar û 88 e.

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2019, 09:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE