31 kesên ku piştî vegera ji umreyê di çarçoveya tedbîrên dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da li Enqereyê maweya karantînayê temam kirin, çûn malên xwe.
31 kesên ku ji Antalyayê çûn umreyê û di vegerê da jî di çarçoveya tedbîrên dijî vîrusa koronayê da li Enqereyê li Wargeha Xwendekaran a li Haymanayê û herwiya ya li Golbaşiyê yên Dezgeha Wargehên Krediyê (KYK) di bin çavan da hatin girtin, 14 roj maweya karantînayê temam kirin.
31 kes li otobusan siwar kirin û şandin memleketê wan Antalyayê û herwiha ev kes li Antalyayê jî ji hêla eqrebayên xwe hatin pêşwazîkirin û çûn malên xwe.
Hanife Aslana xwediya fîrmayeke turîzma ku organîzasyonên hec û umreyê dike, diyar kir ku kesên ku bi rêya fîrmaya wan çûn umreyê û di vegerê da jî 14 roj maweya karantînayê temam kirin, hatin bajêr.
AA