31. Roja Nobeda dayîkan

51 Malbat ji bo ewladên xwe greva rûniştinê dikin....

31. Roja Nobeda dayîkan

Dayikên Kurd li ber HDP’ê çalakiya rûniştinê dikin û zarokên xwe dixwazin. Nobeda dayikan ev 31 roj in dewam dike. Hejmara malbatan gihaşt 51ê. Saziyên sivîl jî piştgiriyê didin dayîkan.

Malbatên ku dibêjin zarokên me bi destê HDP’ê hatine xapandin, nobeda xwe didomînin.

Dê û bav zarokên xwe ji rêxistina terorî PKK’ê dixwazin. Nobed ev 31 roj in dewam dike.

Berxwedana dayikên ku greva rûniştinê dikin her ku diçe mezin dibe. Hejmara malbatan jî gihaşt 51ê.

Süheyla Demira ku ji Agiriyê ye jî ji bo keça xwe Xeyal Demira 17 salî beşdarî çalakiya dayikan bû.

Her roj saziyên sivîl ji bo destegê tên cem malbatan.

Ji Colemêrgê hin saziyên sivîl û rûspiyên herêmê hatin Diyarbekirê, daxuyanî dan çapameniyê û piştgirî dan dayikan.

Dayik heta bigihên zarokên xwe dê protestoya xwe bidomînin.

Dîroka nûkirinê: 04 Cotmeh 2019, 09:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE