311 malbat bûn xwediyê xanî

TOKİ xaniyên mexdûrên erdheja Elazığê teslîmî xwediyên wan dike

311 malbat bûn xwediyê xanî

ji ser erdheja Elazığê 5 meh derbas bûn. Piştî zelzelê toki’yê li bajêr avahiyên nû çêkirin û teslîmî kesên ku bêxanî man kirin. 311 malbat bûn xwediyê xaniyên xwe.

Di erdheja bi 6 behnok 8î ya li Elazığê de 41 welatiyan jiyana xwe ji dest da, zêdetirî 5 hezar kes jî bê xanî man.

Ji ser zelzelê 5 meh derbas bûn, di vê demê de bi hezaran kes di konteyneran de man.

TOKİ’yê jî bênavber ji bo kesên ku bê xanî mane, avahiyan çêdike.

Xaniyên ku çêkirina wan xelas bû, teslîmî xwediyên wan hatin kirin.

311 malbat di malên xwe yên nû de bi cih bûn.

Ji bo malbatên din jî çêkirina avahiyan dewam dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE