Cemîyeta rojnamegerên hawzaya feratê ji bo 32yemîn salvegera damezirandina cemîyetê çalakiyek li dar xist. Cemîyetê di vê merasîmê de li rojnamegerên kedkar xelat belav kirin. Koordînatorê TRT Kurdîyê Mustafa Ekîcî û bernameya bi navê dema futbolê jî bi desteka xwe ya ji bo werziş û bajarê xarpêtê xelat wergirtin.
Cemîyeta Rojnamegerên Hawzaya Feratê di 32yemîn salvegera damezrandina xwe de li Kulturparka Xarpêtê şevek li dar xist û li rojnamegerên kedkar xelat hatin belavkirin.
Şaredar û walîyê Xarpêtê jî di nav de di merasîmê de gelek giregirên bajêr hebûn. Gelek rojnamegerên kedkar ku ji 25 salan zêdetir rojnamegerî kirine xelat wergirtin.
TRTê jî 3 heb xelat stand. Koordînatorê TRT Kurdîyê Mustafa Ekici, TRT Xeber û li ser navê ekîba bernameya Dema Futbolê jî Midûrê Televîzyonê Bariş Üzal layiqî xelatê hatin dîtin.
Koordînatorê TRT Kurdîyê Mustafa Ekici, ji ekîba Dema Futbolê Yilmaz Bay û Saffet Azbayji bo xelatan kêfxweşî û spasîyên xwe anîn ziman.
Bernameya 32yemîn salvegera damezrandina Cemîyeta Rojnamegerên Hawzaya Feratê bi merasîma plaketê bi dawî bû.