332 kesên ku ji Qibrîsa Bakur hatin, di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da li Karamanê di wargeha Saziya Wargeh û Krediyê (KYK) da hatin bicihkirin.
332 kes êvarê bi keştiyê va ji Qibrîsa Bakur hatin Lîmana Navneteweyî ya Mêrsînê û li wê derê ji aliyê tenduristiyê va hatin kontrolkirin. Paşê qefle kirin kom û li her otobêsekê 16 kes siwar kirin û anîn Karamanê. Polêsên tarfîkê û hêzên çalak jî bi wan ra hatin.
Rêwî li Karamanê cara duyemîn hatin kontrolkirin û di Wargeha Nefîse Sultanê ya Saziya Wargeh û Krediyê da hatin bicihkirin.
Polêsên ku ew di odeyên wargehê da bi cih kirin, cil û bergên parêzkar li xwe kirin, maske dan ber dev û bêfila xwe û lepik kirin destê xwe.
Di 28ê adarê da jî ji Qibrîsa Bakur 141 kes hatibûn û dîsa li heman wargeha Karamanê hatibûn bicihkirin.
AA