34 zarok di pêşbirka xwendina pirtûkan de bi ser ketin

Komeleya xesasiyeta civakî ya zaxuranê, bi hevkariya wezareta karên navxweyî ve dest bi vê projeyê kir. Di projeyê de her zarokî 5 pirtûk xwendin. Di navbera zarokan de pêşbirk hat kirin. Rêvebiran 34 zarokên serkeftî bi tabletan xelat kirin.

34 zarok di pêşbirka xwendina pirtûkan de bi ser ketin

“Jiyan li malê ye zarokno...”  Komeleya xesasiyeta civakî ya zaxuranê, bi hevkariya wezareta karên navxweyî ve dest bi vê projeyê kir. Di projeyê de her zarokî 5 pirtûk xwendin. Di navbera zarokan de pêşbirk hat kirin. Rêvebiran 34 zarokên serkeftî bi tabletan xelat kirin.

Komeleya Xesasiyeta Civakî ya Zaxuranê bi hevkariya wezaretên karên navxweyî û perwedeya neteweyî ve projeyek da destpêkirin.

Di projeya “Jiyan Li Malê ye Zarokno” de Wezareta Perwerdeya Netweyî 5 pirtûk dan her zarokî.

Di navbera zarokan de li ser pirtûkan pêşbirkeke onlayn hat lidarxistin. Zarokan pirsên derbarê pirtûkan de bersivandin.

Di dawiya pêşbirkê de 34 zarokên serkeftî wek diyarî tablet stendin.

Zarokên ku tablet qezenc kirin pir kêfxweş bûn û xwestin hemû hevalên wan jî pirtûkan bixwînin.

Komeleyê û wezaretan xwest bi vê çalakiyê bala zarokan bikşîne ser girînigiya xwendina kîtaban.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE