35 sal e bi hunera xîçikan re eleqedar e

Hosteyê înşeatê bi xîçikan mînyaturên avahiyan çêdike...

35 sal e bi hunera xîçikan re eleqedar e

35 sal berê li Stenbolê rastî hunera xîçikan hat û ji wê rojê û heta niha ew jî bi vê hunerê re eleqedar dibe. Ramazan Otluyê meletiyî ku hosteyê înşeatê ye, bi hunera xwe gelek bala xelqê dikşîne.

Taç Mahal, mizgeft, dêr, bircên seatan…

Avahiyên ku ji televîzyonê dibîne, ji xiçikan mînyatura wan çêdike.

Ramazan Otluyê Meletiyî bi karên înşeatê re mijûl dibe lê di wê navberê de hînî hunerek jî bû.

“Dema ez derfet dibînim bi vê hunerê eleqedar dibim. Min cara ewil qesra topkapiyê dîtibû. Min got çima ez jî tiştekî wisa nekim, min hema dest bi xebatan kir û vaye bi salan e vê hunerê didomînim.”

35 sal berê li Stenbolê rastî hunera xîçikan hatiye û dest bi vê hunerê kiriye.

Ji xeynî mînyaturên avahiyan maketên teyyare û amûrên din jî çê dike.

Hoste Ramazan dibêje “ez dixwazim ev huner zêdetir bal bikşîne”

Dîroka nûkirinê: 06 Nîsan 2019, 16:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE