357 rêwiyên ji Efxanistanê hatin texliyekirin ji ser Îslamabadê ra anîn Stenbolê

357 rêwiyên ji Efxanistanê hatin texliyekirin ji ser Îslamabadê ra anîn Stenbolê

 16ê bebik 357 rêwiyên ku pêşiyê bi balafira Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê ji paytextê Efxanistanê Kabulê birin Pakistanê ji wir jî bi balafira Rêhewayên Tirkiyeyê (THY) va anîn Stenbolê.

Piştî ku Talibanê li Kabulê dest danî ser desthelatê, 357 kesên ku ji bo vegerin Tirkiyeyê miraceat kirin, ji Balafirgeha Kabul Hemîd Karzaî bi balafira eskerî ya neqliyeyê birin paytextê Pakistanê Îslamabadê.

16ê bebik 357 rêwî li balafirgeha li Îslamabadê li balafira THYyê siwar kirin û bi sefera jimare "TK 6883" va sibehê zû saet 09.15an anîn Stenbolê. Li pîstê tedbîrên berfireh ên ewlekariyê hatin wergirtin û di heman demê da ekîbên tenduristiyê jî di amadebaşiyê da bûn.

Ji rêwiyên hatin Stenbolê Ersîn Karaduman ku li Efxanistanê fîrmaya wî ya înşeatê heye, li balafirgehê di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da da bibîrxistin ku li Balafirgeha Hemîd Karzaî di derketinê da wan pir zehmetî kişand û li balafirgehê haletekî kaotîk heye û wiha dewam kir, "Em zehf kêfxweş in ku em hatin welatê xwe. Deynê stûyê me ye ku em spasiya kedkaran bikin. Balafirgeha Kabulê ciyê xirtoşeyê bû. Însanan hewl dida ku canê xwe ji destê Talibanê xilas bikin. Xwedê tiştekî mîna yê wir neyne serê kesî. Şikir em hatin wetanê xwe."

Rêwî li wir hildan termînalê, bi wan forma ONAMê ku agahiyên wan ên rûniştinê jî tê da ne dan dagirtin û her wisa testa wan a vîrusa koronayê jî hat kirin.

Digel beşdariya peywirdarên ewlekariyê rêwiyan miemeleyên pasaportê kuta kirin û her wisa eşkere bû, rêwî dê 10 rojên karantînayê li malên xwe û beşek jê jî dê li otêlên ku dê bên bicihkirin derbas bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE