36. xelatên rojnamegerên serkeftî

Di qada Kurdî de TRT Kurdîyê jî 4 xelat wergirtin 

36. xelatên rojnamegerên serkeftî

Li Diyarbekirê merasîma 36emîn xelatên rojnamegerên serkeftî yên salê hat lidarxistin. di bernameya cemiyeta rojnamegerên başûrrojhilat de gelek xelatên çapemeniyê hatin dayîn. di vê şeva xelatdayînê de trt kurdîyê jî di qada kurdî de çar xelat wergirtin. 

Cemiyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilat bi merasîmekê 36emîn Xelatên Rojnamegerên Serkeftî belav kirin. 

Di bernameyê de bi dehan xelat hatin dayîn. Di qada Kurdî de TRT Kurdîyê jî 4 xelat wergirtin. 

Di beşa radyoyê de Ji TRT Kurdîyê Seyed Tajedîn Hosseynî bi bernameya "Dengê Soranî" bû kesê yekem. 

Di beşa sporê de bernameya TRT Kurdîya ya bi navê" Dema Futbolê" bû bernameya yekem. 

Di beşa nûçeyan de Alaattîn Geçer bi nûçeya "Çîroka Leyla Alûşê" xelata mansiyonê wergirt. 

Herweha di bernameya televîzyonê de jî bernameya Bayram Sezgîn ya bi navê "Hûn Dibêjin Çi" xelata mansiyonê wergirt.  

Rojnamegerên serkeftî ji destên rojnameger û siyasetmedarên herêmê xelatên xwe standin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE